Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Derveyê Fransayê civiya

2022-02-19T20:15:15.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Her li berdewamiya hevdîtinên li Konferansa Asayîşa Munich da, êvariya îro şemî 19.02.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li gel birêz Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derveyê Fransayê civiya.

Di destpêkê de Serok Nêçîrvan Barzanî, spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo hevkarî û piştgîriya berdewamiya Fransa ya ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir, paşê her du alî tekez li ser xwesta du aliyane ya pêşxistin û bihêztirkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransa û dostayetiya di navbera wan kir.

Her li vê çarçêweyê da tîşk xistin li ser kar û çalakiyên Balyozxaneya Fransa li Bexda û Konsolxaneya Giştî ya li Hewlêr û hewlên wan yên ji bo berev pêşvebirina peywendiyên Fransa li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, bilind nirxandin.

Li beşeke dinê civînê de di derbarê pêşhatên dawî ya rewşa siyasî û emnî ya li Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û behsa wan metirsî û gefên Da'îş li Iraq û Sûriyê kir. Li vî derbarî de tîşk xistin li ser êrîşa dawî ya Da'îş ya li ser zîndana Heseke û bandorên wê.

Peywendiyên Hewlêr - Bexda û peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran û navçeyê, mijareke dinê civînê bûn.