Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Yekîtiya Zanayan civiya

2021-06-09T07:45:09.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ
Berî nîvroya îro sêşem 08.06.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şandeke Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê kir.

Li civînê de ku birêz Wezîrê Ewqaf û Karubarê Olî amade bû, rola Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê ya li kûrkirina kultûra pêkvejiyan û tebayî û hevdû qebûlkirina di navbera pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê û hizra niştimanperwerî û olperweriyê de bi bilindî hate nirxandin.

Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê piştgîriya xwe ji bo hewlên Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya bi navê yekrêzî û tebayî ya li navbera aliyan û pêkhatên Kurdistanê û li hewlên nivîsîna destûrê da dûpat kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest. Her wiha destûr li ser bingeha welatîbûn û ber çavgirtina ola îslamê wekî yek ji çavkaniyên dariştina wê û rêzgirtina li taybetmendiya olên din û azadiyên wan bi pêwîst zanîn bi awayek ol nekin babeteke siyasî.

Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku civaka Kurdistanê civaka oliye, ji bo wê yekê mamostayên olî rol û bandora xwe ya zêde li ser civak û arastekirina wê heye û li vî derbarî de dikarin rola erêniya xwe li bihêzkirina bingehên civakî û aştevayî ya civakî û netundutîjî û redkirina tundiyê da bibînin.

Alîkarî û hemahengiya di navbera Wezareta Ewqaf û Karubarê Olî û Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê, karên desteya gotara olî, rewş û guzeraniya mamostayên olî û xwendina olî li Kurdistanê, çend mijareke dinên civînê bûn.