Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî li halê birêz El Malikî dipirse

2025-07-30T19:44:00.000000Z
Nûçe

Êvariya îro çarşem 30.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li peywendiyeke telefoniyê da li hal û tendirustiya birêz Nûrî El Malikî Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa pirsî.

Rêzdar, bi helkefta derçûna wan ya ji nexweşxaneyê de, hêviya bi lez başbûnê û selametî û tendirustiyê ji bo wî xwest. Ji aliyê xwe ve birêz El Malikî, spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir û rûmeta xwe ya ji bo peywendî û hal pirsîna rêzdar, dûpat kir.