Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî li Viyanayê: Awusturya dixwaze peywendiyên siyasî û aborî pêş bixe

2024-07-03T07:06:54.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Piştî bi dawî hatina serdana yek rojî ya Awusturyayê û piştî civîna digel birêz Alexander van der Bellen Serokomarê Awusturyayê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di civîneke rojnamevaniyê da behsa armanc û encamên serdana xwe ya bo Awusturyayê û çendîn mijarên girêdayî Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Di destpêkê de Serok Nêçîrvan Barzanî got: Di derbarê serdana me ya Awusturyayê, weke ku hûn dizanin, pêwendiyeke me ya pir kevn bi Awusturyayê ra heye ku vedigere bo salên dûr û dirêj û dema cara dawî Wezîrê Derve yê Awusturyayê serdana Herêma Kurdistanê û Iraqê kir ez bi fermî vexwendim ku serdana Awusturyayê bikim, em jî li ser vê vexwendinê hatine. Îro civîneke gelek baş û dirêj digel birêz Wezîrê Derve û niha jî digel birêz Serokomar hebû, di van civînan da me behsa çawaniya pêşdebirina têkiliyên bi Iraqê ra bi awayekî giştî û bi Herêma Kurdistanê ra kir, hem digel Serokomar û hem jî digel Wezîrê Derve wisa em hest pê dikin ku, Awusturya dixwaze têkeliyên xwe yên di warê siyasî hem jî di warê aborî da pêşbixe. Bê guman, wan niha Balyozxaneya xwe li Bexdayê vekiriye. Me jê daxwaz kir ku konsulxaneya xwe li Hewlêrê vekin. Balyozê me, Balyozê Iraqê, dê vê pirsê bişopînin. Bi baweriya min têgihiştinek baş heye hem ji bo têkiliyên aborî û hem jî ji bo pêşdabirina peywendiyên siyasî bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra. Me spasiya pêşwaziya îro ya Serokomar kir û ez hêvîdarim ev peywendî di hemû waran da ber bi pêş ve herin.

Di bersiva pirsekê da derbarê asta peywendiyên Hewlêr û Bexdayê di vê qonaxê da. Serokê Herêma Kurdistanê got: Bi baweriya min peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê da di asteke baş da ne. Ev nayê wê wateyê ku me hemû pirsgirêk çareser kirine, lê ew serdanên ku me bo Bexdayê kirine, serdanên min bi xwe yên Bexdayê û serdanên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Bexdayê û herwesa şandên din yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, ev hemû di çarçeweya wê yekê da ye ku em bikaribin wan kêşeyan çareser bikin, ya ku ez dibînim Bexda jî bi heman awayî bi Herêma Kurdistanê ra reftaran dike, Bexda jî ciddî ye û hewlên ciddî dide ku pirsgirêk çareser bibin. Ez bawer nakim ku ev pirsgirêk di nava şev û rojekê da çareser bibin. Lê pêngavên niha yên her du aliyan ber bi çareserkirina pirsgirêkan ve ne. Bê guman emê li ser rola xwe ya li Herêma Kurdistanê berdewam bin ji bo çareseriya pirsgirêkan. Di encamê da em di cografiyekê da dijîn û Bexda paytexta meye jî, di vê em hemû bi ciddî lê bixebitin ku pirsgirêkên hene çareserî jê ra bê dîtin, bi taybetî yên girêdayî jiyan û debara xelkê Herêma Kurdistanê bêne çareser kirin.

Piştre jî di derbarê encamên lêkolînên di derbarê sedema şewitandina bazarên Hewlêr, Kerkûk û Dihokê û girtina çendîn kesan da, Serok Nêçîrvan Barzanî got: We Hemûyan dît yên ku hatine binçavkirin di operasyoneke hevpar a Bexdayê digel Herêma Kurdistanê, digel Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê digel dezgehên asayîşa Herêma Kurdistanê ku hemahengiya tevahî digel Bexdayê li ser vê pirsê hebûye. Ev kes bi awayekî yekalî negirtine, Herêma Kurdistanê bi yekalî negirtine. Ev yek ji encamê karekî hevpar di navbera saziyên emnî yên Herêma Kurdistanê û yên Bexdayê da hatiye kirin. Diyar e ku PKK li pişt vê meselê bûye, çi li Hewlêrê qewimîn û çi li Kerkûkê qewimîn. Ya ku peywendî bi YNKê ve heye, ti delîl nînin ku YNKê wek partî li pişt vê pirsê be, di wan lêkolînên li Bexdayê hatine kirin da we hemûyan di televizyonê da dît, dibe ku çend kes endam bin yan jî berê endam bûn ev pirseke dine, lê wek hêzeke siyasî ti belgeyek nîne ku hêzeke siyasî weke YNKê li pişt vê meselê be.