Piştî nîvroya îro Sêşemê 25.11.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Joshua Harris, Berpirsê Karûbarê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê û şandeke pêre kir.
Di civînê de, peywendiyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, encamên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê û paşeroja pêvajoya siyasî li welat û rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Herdu aliyan tekez li ser pêşxistina peywendiyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kirin, herwiha li ser wê yekê hevfikir bûn ku berjewendî û nirxên hevbeş, Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ve girê didin. Di vê çarçoveyê de, wan behsa warên hevkariya di navbera xwe de kirin.
Herdu aliyan lidarxistin û serkeftina hilbijartinên Encûmena Nûneran wek pengaveke girîng û erênî nirxandin û hêvî xwestin ku bibe sedema pêşketina pêvajoya siyasî li welat, herwiha bersivdarê daxwaz û hêviyên welatiyan be.
Peywendiyên Hewlêr – Bexda, girîngiya yekdengiya aliyên Kurdistanî li Herêma Kurdistanê û Iraqê û rewşa herêmê bi giştî, mijareke din a civînê bû.