Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî nameyek ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê werdigire

2025-11-09T16:30:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro Yekşem, 09.11.2025, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, nameyek ji birêz Marco Rubio, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, wergirt.


Di nameya xwe de, birêz Rubio rola Serok Nêçîrvan Barzanî di vekirina boriyê ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de ji bo ji nû ve hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê bilind dinirxîne, herwiha pêşwaziyê li vê pêngavê dike.


Di beşeke din a nameyê de, birêz Rubio ji bo rola berdewam a Serok Nêçîrvan Barzanî ya hêsankirina diyaloga di navbera Tirkiye û PKK'ê de û hewldanên wî yên ji bo parastina aramî û ewlehiya li Sûriyê, rûmeta xwe derdibre.


Birêz Rubio hevkariya berdewam a di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de wekî bingehê aramî û pêşketinê bi nav dike. Di vê derbarê de ji Serok Nêçîrvan Barzanî re dinivîse: "Rêbertiya we ya avaker û hevkariya we, ruhê berpirsiyarî û zanayiyê nîşan dide ku dibe sedema xurtkirina aştî û hevkariyê."


Di dawiya nameya xwe de, birêz Wezîrê Derve yê Amerîkayê ligel silav, rêz û spasdariya ji bo hevpeymaniya berdewam a her du aliyan, hewldanên Serok Nêçîrvan Barzanî yên ji bo hevkariyê û yekîtiyê bilind dinirxîne, herwiha tekez dike ku xurtkirina hevkariya aborî ya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de, berjewendiyên wan ên hevbeş bihêz dike.