Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî nameyekê ji Serok Trump wergirt

2025-02-20T13:47:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro pênçşema 20.02.2025 li bersîva nameyekê da, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, nameyekê bi destnivîsînê ji birêz Donald Trump Serokê Amerîkayê wergirt.

Li nameyê da Serok Trump ji bilî spasiyên xwe yên ji bo nameya Serok Nêçîrvan Barzanî, tekez li ser bi hevre kar kirin û alîkariya hevbeş û pêşxistina bi bihayên hevbeşên bi Herêma Kurdistanê re kiriye.

Birêz Serokê Amerîka her wiha li dawiya nameya xwe da hêviya serkeftinê ji bo birêz Serokê Herêma Kurdistanê re xwestiye.