Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî: Niha rewşeke baştir di navbera hêzên siyasî yên Kurdistanê de heye

2026-09-17T13:06:00.000000Z
Nûçe Kongreyên rojnamevanî

Nîvroya îro pêncşemê 17/09/2026 piştî bi dawî hatina rêwresma vekirina Lûtkeya Silêmaniyê ya Aborî û Veberhênan û Geşepêdanê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de ji bo rojnamevanan behsa girîngiya çalakiyê û rewşa siyasî ya navxwe ya Herêma Kurdistanê kir. Di bersiva pirsên rojnamevanan de jî behsa pêvajoya yekxistin û rêkxistina Pêşmerge û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Di destpêkê de rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê got:

"Bi spasiyê ve bo dezgeha Vision û birayê hêja Kak Adnan ku ji bo vê konferansê em vexwendin. Gelek kêfxweş bûm ku careke din li bajarê xweşdiviyê Silêmaniyê di xizmeta we hemûyan de me. Ji vir ve dixwazim rêz, hezkirin û silavên xwe bişînim ji bo hemû Silêmaniyê û hemû Kurdistaniyan."

"Ez wisa dibînim ku konferanseke gelek berhemdar dibe, konferanseke girîng e da ku em bifikirin ka çawa Herêma Kurdistanê bibe ew cihê ku veberhênan di hemû kertan de li Kurdistanê bê kirin, ji vir ve bi alîkariya Xwedê pengav bo hemû Iraqê bê avêtin."

"Ewê ku dixwazim bêjim, em kêfxweş in ku niha rewşeke baştir di navbera hêzên siyasî yên Kurdistanê de, di navbera Yekîtî û Partiyê de heye. Hêvîdar im ku bigihîje encameke baş; gelek spas ji bo hemû aliyan, bi xêr hatin û bi alîkariya Xwedê dê her tişt baş biçe."

Di bersiva pirsekê de derbarê pêvajoya yekxistin û rêkxistina Pêşmerge de, Serok Nêçîrvan Barzanî got:

"Em di demeke nêzîk de rêwresmekê li dar dixin, hemû hêzên Pêşmerge di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de hatine komkirin, em ê di van rojan de bi awayekî fermî vê yekê ragihînin."

Di bersiva pirseke din de ku derbarê dawîn pêşhatên pêvajoya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû, Serok Nêçîrvan Barzanî got:

"Nikarin bêjim kengê pêk tê, lê dikarim ji we re bêjim di navbera Serokê Hikûmetê û Cîgirê wî de, di navbera hêzên ewlehiyê de, di navbera her du mektebên siyasî yên Yekîtî û Partiyê de me civînên baş kirine. Îro dikarim bêjim em li ser rêçikeke rast ber bi pêkanîna hikûmetê ve diçin, lê nizanim kengê."