Her di berdewamiya bernameya xwe ya li Bexdayê de, êvara îro sêşemê 05.05.2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi nûnerên pêkhateyên Êzidî, Feylî û Sabîeyên Mendaî re yên Civata Nûneran a Iraqê civiya.
Di civînê de, rewşa pêkhateyan li Iraqê û Herêma Kurdistanê hate gotûbêjkirin û tekezî li ser giringiya misogerkirina beşdariya wan a bi bandor di pêvajoya siyasî de û bidestxistina mafên wan ên destûrî hate kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî piştevaniya xwe ya berdewam ji mafên hemû pêkhateyan re dubare kir, her wiha ragihand ku tiştê ji dest bê dê bikin bo hevparkirina wan a pêvajoya siyasî û kargêriya welat; ev yek jî dibe sedema bicihbûna aramî û tenahiya siyasî û prensîbên dadperwerî û wekheviyê.
Ji aliyê xwe ve, nûnerên pêkhateyan jî spasiya piştevaniya berdewam a Serok Nêçîrvan Barzanî ya ya mafên wan kirin.