Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pesna hewlên Mamoste Selahedîn Mihemed Behadîn kir

2026-05-23T16:31:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Êvara îro Şemiyê 23.05.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Mamoste Selahedîn Mihemed Behadîn, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê kir.

Di hevdîtinekê de, rewşa navxweyî ya Iraq û Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin û her du aliyan tekez li ser pêwîstiya derketina ji wê xitim û binbesta siyasî kirin ku pêvajoya siyasî li Herêma Kurdistanê pêgihîştiyê.

Serok Nêçîrvan Barzanî, piştgiriya xwe ya tevahî ji bo hewlên Mamoste Selahedîn Mihemed Behadîn di vê derbarê de nîşan da û tekez li ser girîngiya berdewamiya hewl û destpêşxeriyên wî kir ku di berjewendiya giştî ya Herêma Kurdistanê de ne û her ev yek jî ji wî tê hêvîkirin.

Ji aliyê xwe ve, birêz Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê rûmet û spasiya xwe ji bo piştgiriya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo hewlên wî anî ziman.

Rewşa giştî ya navçeyê û rûdanên wê, mijareke din a hevdîtinê bû.