
Spêdehiya îro dûşem 14.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi birêz General Kevin Leahy Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya li Iraq û Sûriyê û şandeke pê re civiya.
Li civînê de ku birêzan Wezîrê Karubarê Pêşmerge, Serok Erkanê Pêşmerge û Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê amade bûn, rewşa siyasî û emnî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr ـ Bexda, pêvajoya çaksazî û yekxistina Pêşmerge û gef û metirsiyên terorê û tevgerên Da'îş li Iraq û Sûriyê gotûbêj kirin.
Her du alî li ser wê yekê hevra bûn ku Da'îş hê jî gef û metirsiyeke ciddî ye li ser aramî û ewlehiya Iraq û Sûriye. Li vî derbarî de tekez li ser girîngiya berdewamiya hemahengî û alîkariyên hevbeş yên Artêşa Iraq û Pêşmerge bi Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya rûbirûbûna Da'îşê kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî spas û rûmetên xwe ji bo rola Hevpeymaniya Navdewletî û yarmetîdana Iraq û Herêma Kurdistanê ya li rûbirûbûna metirsiyên terorê de dûpat kir. Herwiha pesnê rol û hewlên General Leahy kir bi taybetî ji bo piştgîrî û yarmetîdana wî ya li pêvajoya çaksazî û yekxistina Pêşmerge de û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.
Rewşa Sûriya û Kurd û pêkhatên li wir, pêşhatên dawî yên navçeyê û bandor û karvedanên wê yên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê, girîngiya parastina aramî û ewlehiya Rojhilata Navîn û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinê civînê bûn.
