
Piştî nîvro ya îro çarşema 26.02.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê bi birêz Dr. Mehmûd El Meşhedanî Serokê Encumena Nûnerên Iraqa Federal re civiya.
Li civînê de pêşhatên siyasiyên dawî yên Iraqê û peywendiyên Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û girîngiya derbas kirina hemwar kirinên yasaya budceya giştî ya Iraqê, ya ji bo çareser kirina pirsên darayî yên helawestiyên di navbera Bexda û Hewlêrê, her wiha yasayên di derbarê vegerandina zevî û erdên wan xelkan guftûgo kirin ku li serdema rejîma berê da dest li ser wan da hatibûn girtin.
Serok Nêçîrvan Barzanî pesnê rola Dr El Meşhedanî ya li kar kirina wî ya ji bo berbas kirina hemwar kirinên yasayê ku bandoreke raste rast li çareser kirina pirsên darayî yên di derbarê bi Herêma Kurdistanê de heye û mîsoger kirina mafên hemû Iraqiyan kir. Her wiha tekez li ser pêwîstiya berdewamiya hemahengiya di navbera Hewlêr û Bexdayê kir ku bi awayek aramiya darayî û aboriya welat desteber bike.
Serok Nêçîrvan Barzanî her wiha pesnê pêgeha birêz Dr. Mehmûd El Meşhedanî kir ku wekî yek ji kesayetiyên siyasiyên diyarên Iraqê, li qonaxên cûda yên siyasiyên Iraqê de bi ser biriye. Eve jî têgihiştineke kûr ji bo kêşeyên niştimaniyan de pêdaye û şiyana wî ya li peyda kirina çareseriyên guncayî ya li kêşeyan de bi hêz kiriye.
Li mijareke dinê civînê de, her du alî tekez li ser girîngiya berdewam ya diyalog û hevdû têgihiştina di navbera aliyên siyasiyan da kirin.