2022-05-20T23:48:50.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja pêncşemê 19.05.2022 ê, pêşwazî li hijmareka wan ciwanan kir yên ku bi awayekî xwebexiş kar li ser zêdekirina zimanê kurdî (zaravê soranî) bo ser xizmetgozriyên wergêra Googlê (Goole Translate) kiriye kir.
Di dîdarekê da, çewaniya derketina hizra zêdekirina zimanê kurdî (zaravê soranî) bo ser xizemgozariyên wergêra Googlê, qonax û karkirina li ser pirojeyî, pirsgirêk û dijwariyên ketine pêşiya karkirina wan heta ku ew xizmetgozarî ketiye di warê piraktîkê da û mifa jê bê wergirtin, ji aliyê ciwnên beşdar ve hatine zelal kirin. Ciwanan, herwesa ji Serokê Herêma Kurdistanê ra, bi kurtî behsa pilan û bernameyên xwe yên paşrojê kir ku xizmetgozariyên wê pirojeyê di çend warên din da zengîntir bikin wek; zêdekirna dengî û şopandin û lêgeriyana wêneyan û rêkeftin digel wan kompanyayên di warê teknolojiyayê de li Herêma Kurdisanê berhemên xwe difiroşin daku ew şirket û kompanî Software kurdî ji bo amûrên xwe zêde bikin.
Serok Nêçîrvan Baranî, ji bo wê destkeftiya mezin ya ku di warê zimanê kurdî da hatiye bi dest xistin kêfxweşiya xwe nîşanda û bi germî destxweşî li wan ciwanan yên amdeyî dîdarê bûn û li hemû wan kesan çi li Kurdistanê ya li derveyî welat bin yên ku di vî pirojeyî da karkirine ku, berê jî zaravê kurmancî hatiye zêde kirin, kir. Û hemû ew xizmetên di vî warî da hatîne kirin wek;
keyboard û fontên kurdî, ked û zehmetiyên wan dîtne, kar û berhemê xebatên wan hemû cihê şanaziyê ne û xizmeta ziman û kultura kurdî ye.
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo kar û pirojeyên vê grupa ciwanên xwebexiş û hemû yên ku di warê IT û teknolojiyayê da xizmeta zimanê şirînê kurdî dikin nîşan da. Serok Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji ciwanan kir ku bi hev ra wek tîmekê hevkar û piştevanên hev bin daku bikaribin kar, afrandin û xizmetên baştir di vî warî da biki
Grupa ciwanan, ji bo wê pêşwaziya gerim û nîşandana piştevaniyê, spasiya birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdidtanê kir.