
Di hevdîtinekê de li Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, tevî birêz Esed Elîdanî, parêzgarê Besrayê, xurtkirina hevkariya navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê û parêzgeha Besrayê gotûbêj kirin û herdu aliyan girîngiya zêdekirina hevkariyê di navbera hemû parêzgehên Iraqê de tekez kirin.
Di hevdîtinê de, birêz parêzgarê Besrayê pesnê pêşketin û nûjeniya Herêma Kurdistanê da û tekez kir ku parêzgeha Besrayê dixwaze hevkariya hevpar û fêdegirtinê ji ezmûna Kurdistanê di warên rêveberî, plansazî, û pêşkêşkirina xizmetguzariyan de, zêde bike.