2022-06-19T09:22:57.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 19.06.2022ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya şandeka bilinda leşkerî û Emnî ya Iraqê ya bi Serokatiya General Abdulemîr Reşîd Yarula Serok Erkanê Artêşa Iraqê kir.
Di hevdîtinê de, şanda Iraqî ku, ji birêzan; Fermandarên Hêza Bejayî, Asmanî, Pasevanên Sînor, Polîsên Federalî, Hewalgirî, Hewalgirî ya Leşkerî, Operasyonên Hevbeş û çend fermandarên din yên leşkerî û emnî pêkhatibû, pîrozbahiyê li Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo wan guhertinên li vê dawiyê kirîn û hêviya serkeftinê ji bo wan fermandar û piledaran xwest yên ku di postên xwe yên nû da dest bi kar û erkê xwe yê nû kirine.
Şandeya mêhvan tekîd kir ku serdana wan beşeke ji bernameyê hevkarî û hevahengiya Artêşa Iraqê digel hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê û ji bona zêdetir pêşvebirina têkiliyan û hevkarî û hevahengiya navbera Wezareta Berevaniya Iraqê digel Wezareta Pêşmerge û aliyên din yên peywendîdar li Herêma Kurdistanê berheviya xwe nîşan dan.
Serok Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê xwe ve, di axaftina xwe da got ku serdana vê şandeya leşkerî û emnî ya Iraqê bo Herêma Kurdistanê peyameka bi hêz ya piştevanî û hevkariyê ye û hêvî xwest ku bi çavê hevbeş û weke beşek ji sîstema berevaniya Iraqê li Pêşmerge bê nêrîn ku ji bo heman armancê kar dikin ku, ew jî parastina welat, aramî û seqamgîriyê ye.
Gef û tevgerên Daîş, bi taybetî li wan deverên ku cografiyek asê heye û deverên ser tixûb digel Sûriyê mijareka din ya hevdîtinê bû ku, têda her du aliyan tekîd li ser girîngiya alîkarî û hevahengiya navbera Artêşa Iraqê û Pêşmerge yên Kurdistanê û mifawergirtin ji piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji bona binbirkirina Daîş bi yekcarî kir.