Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro piştî nîvro pênçşem 07.11.2024ê li Hewlêrê, di civînekê da digel birêz Stephen Hitchen Balyozê Brîtanyayê li Iraqê hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê, pêwendiyên Brîtanyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa herêmê gotûbêj kirin.
Birêz Balyozê Brîtanyayê bi boneya serkeftina hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê pîrozbahiyê li Serok Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurdistanê kir û serkeftina proseya dengdanê bilind nirxand.
Her du alî li ser girîngiya hevkariya hevbeş a aliyên siyasî û girtina rêkarên ji bo pêkanîna kabîneya bê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hevdeng bûn.
Her wiha tekez li ser xwesteka du alî ya ji bo pêşxistina peywendiyên Brîtanyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra kirin.
Di civînê da ku, Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê têda amade bû, rewşa aloza Rojhilata Navîn hate nirxandin û bi pêwîstî hate zanîn ku, Iraq xwe ji wan aloziyan dûr bixe û nekeve di nava nakokiyên herêmî da.
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê kir
2024-11-07T10:10:00.000000Z