2022-12-14T11:07:40.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 14.12.2022ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya li birêz Mark Bryson Richardson Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê û şandeke pê ra kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî û Balyoz Richardson di civînê da; pêşxistina têkiliyên Brîtanyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên siyasî yên dawî û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqa Federal, pirsgirêk û gefên li pêşiya Iraqê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û pirsgirêkên di navbera wan da hene, serdana dawiyê ya Serok Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê û hevdîtin û civînên wî yên ji bo çareserkirina arîşeyan hatin gotûbêj kirin.
Her du aliyan tekez li ser pêşkêşkirina xizmetguzariyên baştir bi welatiyên Iraqê û dabînkirina derfetên karî û cîbicîkirina karnameya hikûmeta nû ya Iraqê ku ji karên wê yên pêşîne kir. Herwesa, di civînê da, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê hate nirxandin û di vî warî da yekhelwestî û yekrêziya Herêma Kurdistanê bi girîng û pêwîst hate zanîn bi taybetî jî yekdengiya tîma danûstandinan ya Herêma Kurdistanê li Bexdayê.
Serok Nêçîrvan Barzanî careka din tekez kir ku Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li hikûmeta nû ya Iraqê û Serokwezîrê wê birêz Elsudanî dike û got ku ji bo çareserkirina arîşeyên welat bi piştevaniya hemû aliyên beşdar di hikûmetê da hêvî û derfeteke heye, herwesa, alîkarî û karê hevbeş di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê da ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi hikûmeta Iraqê ra hene bi pêwîst û girîng zanî.
Peywendiyên Iraqê digel welatên cîran û navçeyê, pêşhatên dawî û rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên din yên civînê bûn.