
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja çarşemê 29.01.2025ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Patrick Dorrel Balyozê Fransayê li Iraqê kir.
Di hevdîtinê da peywendiyên Fransayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, xebatên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rewşa Sûriyê û navçeyê gotûbêj kirin.
Her du aliyan pêşhatên dawî yên danûstandinên Hewlêr-Bexdayê û encamên karê hevbeşê tîmên her du aliyan nirxandin û li ser girîngiya berdewamiya diyaloga di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal da ji bona ku, pirsgirêkên xwe li ser bingeha lihevtêgihiştin û destûra bingehîn çareser bikin, hemfikir bûn.
Di hevdîtinê da her du alî li ser rewşa Sûriyê û pêşhatên dawî yên pirsa Kurd li wî welatî danustandina bîr û ramanan kirin. Di vî warî da, wan tekez li ser girîngiya yekrêzî û hevdengiya Kurdan û parastina mafên hemû pêkhateyên cuda li Sûriye ya nû da kirin.
Girîngiya parastina aramî û aştiyê li navçeyê, metirsiya terorê û çend mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş mijarekên din yên vê hevdîtinê bûn ku, Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê jî tê da amade bû.
