2024-01-08T16:42:33.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 08.01.2024 ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya Balyozê Fransayê yê Iraqê kir û di civîna xatir xwestinê da ya bi minasebeta bi dawî hatina erkê wî yê li Iraqê, ji bo kar û xebatên wî yên ji bona berfirehkirina têkiliyên welatê xwe digel Iraq û Herêma Kurdistanê, spasiya Eric Chevallier Balyozê Fransayê li Iraqê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû da xwest.
Her du alî tekez li ser pêşxistina peywendî û dostaniya Fransayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û tekezî li ser peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û berdewamiya gotûbêjên çareseriyê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da kirin.
Ji aliyê xwe ve, birêz Chevallier xweşhaliya xwe ji bo alîkariyên Herêma Kurdistanê li serxistina erkê wî li Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û hêvî xwest ku heman hevkarî digel Balyozê paşerojê yê Fransayê li Iraqê berdewam be.
Her di vê hevdîtinê da ku, Konsulê Giştî yê Fransayê yê li Herêma Kurdistanê amade bû, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, encamên hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê û navçeyên maddeya 140 û pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn û navçeyê bi giştî hatin gotûbêjkirin.