Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî Pêşwaziya Balyozê Fransayê Kir

2025-09-02T19:09:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Êvara îro sêşema 02/09/2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel Balyozê Fransa li Iraqê birêz Patrick Dorel, peywendiyên Fransayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re gotûbêj kirin û di derbarê rewşa giştî û navxweyî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr - Bexdayê de, danustandina bîr û ramanan kirin.


Herdu aliyan peywendiyên Fransayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re girîng nirxandin û tekez li ser berfirehkirina hevkariya hevbeş ya di navbera wan de kirin, herwiha di vê çarçoveyê de behsa serdana çaverêkirî ya Serok Macron ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.


Hilbijartina giştî ya Iraqê û peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran û pêşketinên dawî yên li herêmê, aliyeke din a hevdîtinê bû.