Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Îtalyayê kir

2023-03-18T12:48:53.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja şemiyê 18.03.2023ê li bajarê Hewlêrê, di civînekê da digel birêz Maurizio Greganti Balyozê Îtalyayê li Iraqê pêşdebirina têkeliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Îtalyayê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniya Îtalyayê ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê da got ku atmosfereke erênî di navbera herdu aliyan de heye û pêngavên nuha yên Hikûmeta Federaliya Iraqê bi umêd û hêvîbexş in. Herwiha tekez kir ku, Bexda hevbeşa sereke ya Herêma Kurdistanê ye û ji bilî çareserkirina pirsgirêkan tu rêyeke din li pêşiya herdu aliyan nîne.

Balyozê Îtalyayê, ji aliyê xwe ve, hevdîtina Serok Nêçîrvan Barzanî digel Wezîrê Derve yê Îtalyayê, di konferansa Munichê ya Sibata borî da, bi hevdîtinek erênî wesif kir. Herwiha tekez li ser wê yekê kir ku çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê da dê bibe sedem ku civaka navdewletî zêdetir berê xwe bide Iraq û Herêma Kurdistanê û derfeta sermayerazandin û veberhênanên biyanî li Iraq û Herêma Kurdistanê zêdetir bike.

Kurtiyek ji kar û çalakiyên Îtalyayê li Iraqê û Herêma Kurdistanê, rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevpar di civînê da hatin gotûbêj kirin.