Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Japonê kir

2023/02/15
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 15.02.2023ê, di hevdîtinekê da digel birêz Futoshi Matsumoto Balyozê nû yê Japonê li Iraqê, pêşxistina peywendiyên Japonê digel Iraq û Herêma Kurdistanê di warên alîkariyên hevbeşên navbera wan da gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna Balyozê nû yê Iraqê kir û herwesa li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya ajans û rêxistinên Japonî li Herêma Kurdistanê kir û xwesteka Herêma Kurdistanê ji bo berfirehkirina têkiliyên digel Japonê nîşan da. Di vê çarçoveyê da îşaret bi wê yekê kir ku piştgirî û zemînek minasib ji bo kar û sermayeguzariyên Japonî li Herêma Kurdistanê heye.

Balyozê Japonê, ji aliyê xwe ve, ji Serok Nêçîrvan Barzanî ra bi kurtî behsa çalakiyên serktora taybet û kompaniyên Japonî li Herêma Kurdistanê kir û got ku welatê wî, Japon, dixwaze têkiliyên xwe digel Iraq û Herêma Kurdistanê xurt û berfireh bike, herwesa, berheviya sektora taybet ya welatê xwe ku sermayegozariyê û kar û çalakiyên xwe li Iraq û Herêma Kurdistanê berfireh bikin nîşanda.

Rewşa siyasî ya Iraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî çend mijarên din yên hevdîtinê bûn.