Îro danê nîvro roja sêşemê 28.01.2025ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Suumen Bakchi Balyozê nû yê Hindistanê li Iraqê kir. Piştra di civînekê da Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Bayozê nû yê Hindistanê kir û hemû piştgiriya xwe jî ji bo serkeftina erkên wî nîşan da û dupat kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze di hemû waran da peywendiyên xwe bi Hindistanê ra berferehtir bike.
Ji aliyê xwe ve Balyozê nû yê Hindistanê kêfxweşiya xwe li hember wergirtina erkê xwe yê nû ya li Iraqê û serdana xwe ya Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez li ser xwesteka welatê xwe ya ji bo pêşdebirina pêwendiyên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kir. Her wiha got ku welatê wî girîngiyeke mezin dide van peywendiyan.
Rewşa giştî ya navçeyê û çendîn mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş di hevdîtinê de hatin gotûbej kirin ku Konsulê Giştî yê Hindistanê li Herêma Kurdistanê û cîgirê wî têda amade bûn.
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Hindistanê kir
2025-01-28T13:03:00.000000Z