
Nîvro ya îro sêşema 25.02.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li hevdîtinek da bi birêz Akira Endo Balyozê nû yê Japonya li Iraqê re, ji bilî bixêrhatina wan, hêviya serkeftinê ji bo wan xwest û hemû piştgiriyek ji bo serxistina erkê wan derbirî. Her wiha tekez li ser xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li hemû waran da û alîkariya hevbeşa bi Japonya re, dûpat kir.
Ji aliyê xwe ve birêz Balyozê Japonya yê, xweşhaliya xwe bi destbikarbûn û serdana Herêma Kurdistanê de nîşan da û dûpat kir ku welatê wan bi girîngiyê ve peywendiyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re dinêre. Her wiha hêvî xwest bikaribe di dema erkê xwe da peywendiyên di navbera wan zêdetir pêş bixe.
Hilbijartina Parlemena Kurdistanê û hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî, mijarên dinên vê hevdîtinê bûn ku birêz Konsulê Japonya li Herêma Kurdistanê jî têda amade bû.