2024-09-03T12:15:00.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro sêşemê 03.09.2024ê li bajarê Hewlêrê, di hevdîtinekê da digel birêz Anil Bora Înan Balyozê nû yê Tirkiyê li Iraqê, bi xêrhatina wî kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de xwest û piştevaniya Herêma Kurdistanê jî, ji bo serxistina erkê wî nîşan da.
Ji aliyê xwe ve, birêz Înan kêfxweşiya xwe ji bo destnîşankirina wî weke Balyozê welatê xwe li Iraqê nîşan da û amadehiya Tirkiyê jî, ji bo pêşxistina peywendiyên digel Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de dupat kir.
Rewşa navxwe ya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên navçeyê jî di vê hevdîtinê hatin gotûbêj kirin.