Ez bi germî pêşwaziyê li pesendkirina yasaya "Bihêzkirina Tevayiya Neteweyî û Tevlîbûna Civakî" di Parlemena Tirkiyeyê de dikim. Ev pengav wêrekaneye, serdemeke giring e ber bi pêkanîna aştiyeke berdewam, aramî û ewlehiyê li Tirkiye û tevahiya herêmê de.
Em herdem li ser wê baweriyê ne ku aştî û diyalog bijardeyên herî rast in û serdema çekan û çareseriya leşkerî bi dawî bûye. Ev yasa derfeteke mezin e ji bo avakirina bawerî û pêkvejiyana aştiyane ya hemû pêkhatên Tirkiyeyê. Pêwîst e hemû kes piştgiriyê lê bikin û ji bo serxistina aştiyê kar bikin.
Rûmet û destxweşiya xwe ji bo cenabê Serokkomarê Tirkiyeyê birêz Recep Tayyip Erdoğan û hemû wan serkirde û aliyên ku di pêkanîna vê yasayê de beşdar bûne, dûpat dikim. Wek herdem, em piştgiriya tevahî ya Herêma Kurdistanê ji bo serxistina aştî û aramiyê dûbare dikin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
12/08/2026