2022-12-12T11:46:27.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 12.12.2022 li bajarê Hewlêrê, piştî nîvro pêşwaziya birêz Georgios Almanos Balyozê nû yê Yunanistanê li Iraqê kir û civiyan.
Di civînê da Serok Nêçîrvan Barzanî bixêrhatin û pîrozbahiyê li Georgios Almanos kir ku wekî Balyozê nû yê Yunanistanê li Iraqê dest bi kar bû û piştevaniya xwe ya temam ji bo serkeftina erkê wî ya li Herêma Kurdistanê nîşan da.
Her du aliyan tekez li ser pêşxistina peywendiyên Yunanistanê digel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin, bi taybetî di warên perwerde, bazirganî, aborî û geştiyariyê de.
Balyozê Yunanîstanê, ji aliyê xwe ve, ecêbmayîna xwe ya ji pêşketin û aramiya Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez kir ku rola Herêma Kurdistanê ji bo aramiya Iraq û navçeyê roleke girîng û berbiçave.
Çend mijarên din yên rojevê û germ di vê civînê da ku Konsolê Giştî yê Yunanistanê li Herêma Kurdistanê jî tê de amade bû hatin nirxandin.