2023-03-01T16:17:37.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 01.03.2023ê li bajarê Hewlêrê, di civînekê da digel birêz Elbrus Kutrashev Balyozê Rûsyayê li Iraqê û şandeya pê ra kir, rewşa siyasî û aborî ya Iraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û danûstandinên çareserkirina pirsgirêkên wan gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê da, her du aliya li ser peywendiyên Rûsya digel Iraq û Herêma Kurdistanê û serdana dawî ya Wezîrê Derve yê Rûsyayayê bo Bexdayê bîrûra li hev guhertin. Pêşhatên şerê Ukraynayê û bandora wî şerî li ser deverê bi giştî çend mijarên din yên civînê bûn.