Berî nivroya îro sêşemê 23.06.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê de ligel birêz Elbrus Kutrashev, Balyozê Rûsyayê li Iraqê, tekez li ser hevkariya hevbeş a Rûsyayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.
Rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê mijareke din a civînê bû. Di civînê de girîngiya diyalog û jihevfamkirina ji bo çareserkirina kêşeyên hilawêstî û neçareserkirî dubarekirin.
Her wiha derbarê peymana Amerîka û Îranê de danustandina bîr û ramanan kirin û hêvî xwestin ku ev guftûgo bigihîjin encama çespandina aştiyeke herdemî, giştgîr û aramiya li herêmê.
Geşedanên dawî yên şerê li Ukraynayê mijareke din a civînê bû ku birêz Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê jî tê de amade bû.