Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Venezuelayê kir

2025-07-09T09:33:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Berî nîvroya îro çarşem 09.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li hevdîtinek de bi birêz Arturo Aníbal Gallegos Ramírez Balyozê Venezuela li Iraqê re, di derbarê derfetên zêdetir pêşxistina bi peywendiyên Venezuela bi Iraqê re danustandina bîr û ramanan kirin.

Li mijareke dinê hevdîtinê de, rewşa giştiya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên navçeyê û karvedanên wê xistin ber behs û gotûbêjan. Li vî derbarî de, telez li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiya navçeyê û çareserkirina aştîyaneya kêşe û nakokiyan kirin.