Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya birêz Raf' El Îsawî kir

2025-06-30T14:46:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Piştî nîvroya îro dûşem 30.06.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel birêz Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

Her du alî tekez li ser girîngiya bi dûr girtina Iraqê ji kêşe û aloziyên navçeyê û parastina aramî û ewlehiya welat kirin. Herwiha çareserkirina kêşeyên Hewlêr ـ Bexdayê bi guftûgo û hevdû têgihiştina li ser bingeha destûr bi pêwîst zanîn ku li berjewendiya tevahiya welat daye.