
Şeva derbasbûyî 23.04.2025 li Hewlêrê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz General Mezlûm Ebdî Fermandeyê Hêzên Sûriyeya Demokrat kir.
Di civînê de pêşhatên dawî yên rewşa Sûriyê û peywendiyên Hêzên Sûriyeya Demokrat û aliyên sîyasî yên Kurd li Sûriyê bi Hikûmeta Sûriyeyê re nirxandin û di derbarê metirsiyên terorê û rûbirûbûna gefên Da'îş de, danustandina bîr û ramanan kirin.
Herdu alî tekez li ser girîngiya hevbeşî û beşdariya Kurd û tevahiya pêkhatên Sûriyê li desthilat û birêvebirina welat da û mîsogerkirina mafên hemûyan kirin. Her wiha li ser karên hevbeş û pêkveyî ya li navbera pêkhatên Sûriyê da, ji bo parastina aramî û rûbirûbûna metirsî û kêşeyan de hevra bûn.
Pêwîstiya yekrêzî û tebayî ya li nav hêz û aliyên Kurdan li Sûriyê da, weke mîsogeriyek ji bo pêkanîna daxwaz û mafên rewayên Kurd li wî welatî, rewşa kampa Hol û rola Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyê ya ji bo rûbirûbûna Da'îşê, mijarên dinên civînê bûn.
