Îro yekşemê 22.12.2024ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya bîrmend, civaknas, nivîskarê navdarê Tirk û dostê gelê Kurd birêz Îsmaîl Beşîkçî kir. Di dîdareke dostane de Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir ku berdewan piştevanî û bergiriyê ji mafên gelê Kurd dike, her wiha xebatên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, bi taybetî di warê Kurdolojiyê de, bilind nirxandin.
Ji aliyê xwe ve, birêz Beşîkçî kêfxweşiya xwe ji bo serdana Herêma Kurdistanê û pêşkeftinên wê nîşan da û tekez li ser berdewamiya piştevaniya xwe û Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ji bo mafên rewa yên gelê Kurd kir. Her wiha geşbîniya xwe ya ji bo paşeroja gelê Kurd diyar kir.
Di civînê de parêzgarê Hewlêrê, hejmarek ji mamostayên Zanîngeha Selahedînê û rêveberên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî amade bûn.
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Îsmaîl Beşîkçî kir
2024-12-22T13:57:00.000000Z