2021-07-18T11:27:15.000000Z
Nîvroya îro yekşem 18.07.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Kardînal Luis Sako Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê û şandeke li gel da kir.
Li hevdîtinê de rewşa pêkhata Kildan û Mesîhiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî û rewşa koçberên Mesîhiyên li Herêma Kurdistanê guftûgo kirin. Her wiha tîşk xistin li ser rewşa Deşta Nînowa û Mesîhiyên Mûsil û navçeyê.
Her du alî hevra bûn ku bawerî û piştrastî pêwîste bo ku ew koçberên Mesîhî bikarin vegerin cihên xwe û dest bi avadankirin û vegerandina jiyanê ya ji bo navçeyên xwe bikin ku li encama êrîşên Da'îş da ziyaneke zêde li ber wan ketiye û pêwîstiya wan bi yarmetî û hevkariya navdewletî heye.
Birêz Kardînal Sako pesnê pêkvejiyan, hevdû qebûlkirin, lêborînî, avadanî û pêşketin û rola serkirdayetiya li Herêma Kurdistanê kir û dûpat kir ku Kurdistanîbûn nasnameyeke komkerê hemû pêkhatên olî û neteweyiyane û koçberên Mesîhî dikarin ji welatên cûda cûdayên cîhanê vegerin heta bi aramî û piştrastiyê li Kurdistanê bijîn û hevbeşî û beşdariya pêşxistin û avadankirinê da bikin.
Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê şanaziyê bi kultûra pêkvejiyan û lêborîniyê dike û wekî herdem bi landika aramiya hemû pêkhatên wê dimîne. Her du alî serdana Papayê Vatîkanê ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê bi girîng da zanîn ku rola wî li kûrkirina kultûra pêkvejiyanê da heye.
Hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û çend pirseke taybet bi karubarên Dêrê û Mesîhiyên li Iraq û Herêma Kurdistanê, mijarên dinên hevdîtinê bûn.