![](https://presidency.gov.krd/uploads/old_images/2023/07/President-Nechirvan-Barzani-receives-Cardinal-Sako2.jpeg)
2023-07-25T20:45:42.000000Z
Berî nîvroya îro sêşem 25.07.2023 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Kardînal Luis Sako Patriyark û Serokê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê û şandekî li gel da kir.
Li hevdîtinê de di derbarê vekişandina fermana Serokayetiya Komarê Iraqê taybet bi Dêra Kildanî de, Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku girînge Iraq bi Herêma Kurdistanê ve jî bi sêwanek ji bo komkirina hemû pêkhatên olî û neteweyiyan bimîne û hêvî xwest birêz Serok Komarê Iraqa Federal bi zûtirîn dem wê kêşeyê çareser bike.
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê tekez li wê yekê kir ku pêkvejiyan û hevdû qebûlkirin, bawerî û prensîpe û xweşikiya Iraqê li wê yekê daye niştimanê hemû pêkhatan bê û têda mafê hemuyan parastî bê.
Ji aliyê xwe ve birêz Kardînal Sako spas û pêzanînên xwe ji bo piştevaniya Serok Nêçîrvan Barzanî derbirî û dûpat kir ku Herêma Kurdistanê war û serzemînê pêkvejiyan û hevdû qebûlkirinê ye û şanaziyê pêve dikin. Her balkişand li ser wê yekê ku ew kêşe tu demekê rê li kar û erkan nagrê û berdewam dibê li parêzgarîkirina li Iraq û pêkvejiyanê.
Rewşa deşta Nînowa û çend pirsekî dinê di derbarê rewşa Dêrê û Mesîhiyan bi giştî, aliyekî dinê hevdîtinê bû ku birêz Wezîrê Ewqaf û Karubarê Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî têda amade bû.

![](/uploads/old_images//2023/07/President-Nechirvan-Barzani-receives-Cardinal-Sako1.jpeg)