2022-08-07T16:15:13.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 07.08.2022ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya Klemens Semtner Konsolê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê kir ku bi boneya dawî hatina kar û erkê xwe yê li Herêma Kurdistanê serdan kiribû.
Di hevdîtinekê da, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya kar û hewlên Konsolê Giştî yê Almanyayê yên ji bo pêşxistina têkiliyên digel Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû da xwest.
Ji aliyê xwe ve, birêz Konsolê Giştî yê Almanyayê kêfxweşiya xwe ji bo karkirina li Herêma Kurdistanê nîşan da û spasiya aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê kir ku, di dema karkirina wî da li Herêma Kurdistanê hevkarî û piştevanî li kar û çalakiyên wî dikirin, her wisa, rol û hewlên Serok Nêçîrvan Barzanî yên ji bo li hev civandin û yekxistina aliyên siyasî de bilind nirxand.
Peywendiyên Herêma Kurdistanê digel Almanya, prosesa siyasî ya Iraqê, rewşa Şingalê û çend mijarên din di vê hevdîtinê da hatin gotûbêj kirin.