Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsolê nû yê Koreya Başûr kir

2022-09-25T11:42:21.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Îro piştî nîvro, 25.09.2022 ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Cho Kijoung Konsolê Giştî yê nû yê Koreya Başûr li Herêma Kurdistanê kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî, di hevdîtinê de, pîrozbahiya li destbikarbûnê li Konsolê nû yê Koreya Başûr kir, hemû piştevaniyên ji bo serxistina erkê wî nîşan da û li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya hevkariyên mirovî, binyatdanana saziyan û piştgîriya Koreya Başûr dupat kir ku bi rêya Tima Leşkerî ya Zeytûn û Ajansa Koica pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine.

Konsolê Giştî yê Koreya Başûr, ji aliyê xwe ve, dupat kir ku têkiliyên welatê wî digel Herêma Kurdistanê têkiliyên taybetin û hêvî xwest ku bikarin wan têkiliyan ji bo asteke bilindtir û berfirehtir bibin, herwesa, bi kurtî behsa kar û çalakiyên welatê xwe yên li Herêma Kurdistanê kir û paldana kertê taybet yê Koreya Başûr û derfetên sermaye razandinê ji bo kompaniyên Koreyî li Herêma Kurdistanê ber çav kirin.

Di hevdîtinê da, her du aliyan, tekîd li ser berfirehkirina têkiliyan di warê kultûrî da û hevahengî û hevkariya di warê perwerde û fêrkirinê da kir, herwesa rewşa siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê gotubêj kirin.