2023-01-25T19:04:47.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 25.01.2023ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya Rosy Cave Konsula nû ya Brîtanya li Herêma Kurdistanê kir.
Di civînê da, Serok Nêçîrvan Barzanî bixêrhatin û pîrozbahiyê li Konsula nû ya Brîtanya kir ku li Herêma Kurdistanê dest bi karê xwe kir û hêviya serkeftinê ji bo xatûn Cave xwest û piştgîriya xwe jî ji bo serxistina kar û erkên wê yên li Herêma Kurdistanê nîşan da û spasiya alîkarî û piştevaniyên welatê wê yên ji bo Herêma Kurdistanê di hemû waran da, kir.
Xatûn Cave, ji aliyê xwe ve, kêfxweşiya xwe diyar kir ku dê weke Konsula nû ya Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê kar bike û tekez kir ku ew dê bi her awayî lê bixebite ku zêdetir têkiliyên welatê xwe digel Herêma Kurdistanê di hemû waran da pêşda bibe û ji bo hemû hevkarî û hevahengiyekê digel aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê amadehiya xwe nîşan da.
Di hevdîtinê de, her du aliyan daxwaza xwe ya hevbeş ya ji bo pêşxistina peywendiyan û berdewamiya hevkariyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê nîşan dan û li ser rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî jî gotûbêj kirin.