Piştî nîvroya îro Yekşem, 16.11.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de bi boneya destbikarbûnê pîrozbahiyê li birêz Tivadar Gergely Takacs, Konsulê Giştî yê nû yê Macarîstanê li Herêma Kurdistanê kir.
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê herwiha hêviya serkeftinê ji bo Konsulê Giştî yê nû yê Macarîstanê xwest û hemû piştgiriya aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erkê wî nîşan da.
Her du aliyan çawayiya pêşxistina zêdetir a têkiliyên Macarîstanê bi Herêma Kurdistanê re gotûbêj kirin. Di vê derbarê de, bal kişandin ser wan sektoran ku derfet hene û dikarin di wan de hevkariya xwe ya hevbeş berfirehtir bikin.
Di beşeke din a hevdîtinê de, bal kişandin ser serkeftina hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê û encamên wê.