2024-04-03T15:13:33.000000Z
Îro çarşemê piştî nîvro 03.04.2024ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di civînekê da digel xatûn Jennifer Plaschardt Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û mijara hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kirin.
Her du alî li ser pêwîstî û girîngiya li darxistina hilbijartinên li Herêma Kurdistanê hevfikir bûn û ronahî xistin li ser têbîniyên aliyên siyasî û hewlên berfireh yên ji bo rakirina astengiyên li pêşiya proseyê û piştrast bûn li ser beşdariya hemû aliyan di hilbijartinan da di vî warî de danûstandina bîr û ramanan kirin.
Pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî yên danûstandinên di navbera her du aliyan ji bo çareser kirina wan pirsgirêkan çend mijarên din yên civînê bûn.