Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî kir

2025-02-05T09:39:00.000000Z
Nûçe

Îro piştî nîvro 05.02.2025ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di civînekê bi Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Mihemed Al Hesan re rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û warên hevkariya di navbera NY û Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêjkirin.

Her du alî tekez li ser girîngiya parastina aramiya siyasî li Iraqê kirin û bo vê mebestê jî bihêztirkirina hevkariyên di navbera Bexda û Hewlêrê û çareserkirina kêşeyên di navbera her du aliyan bi rêya diyalog û lihevtêgihiştinê bi pêdivî zanîn. Her wiha di derbarê danûstandinên di navbera aliyên serkeftî di hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê da danustandina bîr û ramanan kirin û li ser pêwîstiya bilezkirina pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevdeng bûn.

Her wiha rola Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên mirovî û rewşa penaberên li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Di vê derbarê da tekez li ser berdewamiya piştgîriya NY ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di warên curbicur da û berdewamiya hevkarî û hemahengiya di navbera wan da kirin.