Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Rêvebera Giştî ya Unesco yê kir

2023-03-08T11:49:28.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro çarşemê 08.03.2023ê li bajarê Hewlêrê, digel xatûn Audrey Azoulay Rêvebera Giştî ya rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya Karûbarên Perwerde, Zanist û Rewşenbîrî (UNESCO) kir û behsa kar û çalakiyên Unesco li Herêma Kurdistan û Iraqê kir û balkişand li ser wan cîhên Herêma Kurdistanê ku, şûnewarên dîrokî û kevnar lê hene.

Projeya nûjenkirina Kela Hewlêrê ya dêrîn, mijareke dinê civînê bû û di wê hevdîtinê de xanim Azoulay balkişand li ser pêngav û qonaxên projeyê û spas û pêzanînên xwe ji bo alîkarî û hemahengiya aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê nîşan da ku, alîkarî û hevahengiyê bi tevahî li Unesco ra dikin.

Serok Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê xwe ve, kar û çalakiyên Unesco li Iraq û Herêma Kurdistanê bilind nirxand û piştevaniya aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê ji bo projeyên wan dûpat kir.