2023-12-24T11:33:35.000000Z
Roja sêşemê 19.12.2023ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xatûna Victoria Nuland Cîgira Wezîrê Derve bi wekalet û Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê ya ji bo karûbarên siyasî kir.
Di hevdîtinê da ku, birêzan Balyozê Amerîkayê li Iraqê û hejmareke dîplomatkaran amade bûn, pêwendiyên Amerîkayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û, her wiha, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya parastina selametî û ewlehiya şandiyên dîplomatîk û hêzên Amerîka û hevpeymanan li Iraqê kirin û di vê derbarê hevfikir bûn ku, divê aliyên Iraqî rêkarên pêwîst ji bo rawestandina van êrîşan bistînin.
Di derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê jî, her du aliyan yekrêzî û li hevtêgihîştina aliyên siyasî bi taybetî YNK û PDKê li Herêma Kurdistanê û li ser asta Iraqê bi pêwîst zanî. Di vê derbarê da Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser li hevtêgihiştin û başbûna peywendiyan.
Di civînê de her wiha hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê, pêşhatên dawî yên navçeyê, encamên şerê li Xezeyê û mijarên din ên xwediyê berjewendiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.