Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Dîwana Weqfa Sunnî kir

2021-02-14T20:36:22.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ
Serok Nêçîrvan dakokî li wê yekê dike ku pêwîste hemû pêkhatên Iraqî ji mafên xwe yên li niha û paşerojê piştrast bibin û hevbeşê desthilat û birêvebirina welat bin. Ji bo aramiya Iraqê jî divê kêşeyên siyasî bêne çareser kirin û hemû pêkve bi navê berjewendiya welat û pêşxistina wê da kar bikin.

Piştî nîvroya îro yekşem 14/02/2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Dr Se'ed Hemîd Kembeş Serokê Dîwana Weqfa Sunnî û şandeke li gel da kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û metirsiyên terorê û hilbijartinên paşerojê hate guftûgo kirin û her du alî tekez li ser pêwîstiya Iraqê bi tebayî û pêkvejiyan û lêborînî û aramî û hevbeşiya hemû pêkhatan li pêgehên desthilat û birêvebirina welat da kirin û hevrê bûn ku divê pêkhatên Iraqî pêkve kar bikin, li gor destûr kêşeyên welat bêne çareser kirin û mafên tevahiya pêkhatan bêne desteber kirin.

Li beşeke dinê hevdîtinê de birêz Serokê Dîwana Weqfa Sunnî û şanda li gel, bi kurtî di derbarê pêkhatan û kar û çalakiyên wan xiste rû û tekez li ser nermî nîşandan û aştîxwazî û nermî gotariya weqfê kir ku li zêdetirê sêzdeh hezar mînberên mizgeftan û sedan xwendingehên amadeyî û peymangeh û kolêjan ve li hemû navçeyên Iraqê tê birêvebirin û xweşhaliya xwe bi karkirin û hemahengiya li gel aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê derbirî.

Her wiha şandê spas û pêzanînên xwe ji bo Serok Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê dûpat kir ku pêşwaziyê li koçberên navçeyên sunniyên Iraqê kiriye û hemû hevkariyek pêşkêşî wan kirin ku demek de ji destê terorê Da'îş, xwe spartin Herêma Kurdistanê û bê kêşe û bi aramî li vir man û hatin parastin û bi rêz ve muamele li gel wan hatiye kirin.

Her yek ji birêz Dr Mihemed Nûrî Elhatemî Birêveberê Giştî yê Fermangehê Kargêrî û Dr. Mişan Xelîl Elxezrecî Ragirê Kolêja Elîmam Ele'zem û Nûredîn Mihemed Hemîd Birêveberê Giştî yê Rêwresman û Hemahengiya Dîwana Weqfa Sunnî, endamên şandê bûn.