2023-08-21T07:03:57.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 20.08.2023ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya şandeke serbazî ya bilind a Hevpeymaniya Navdewletî kir ku ji General Matthew McFarlan Fermandarê berê û General Joel Vowell Fermandeyê nû yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê, Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û hejmarek ji berpirsên leşkerî û dîplomatkaran pêkhatibû kir.
Di hevdîtinê da, Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya General McFarlan Fermandarê berê yê hêzên Hevpeyman li Iraqê kir û ji bo rola wî di fermandehiya hêzên Hevpeymanan da û alîkarî û piştevaniya ku pêşkêşî Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo şerê dijî terorîstan û têkşikandina DAÎŞ de kirî.
Her wiha, Serok Nêçîrvan Barzanî, hêviya serkeftinê ji bo General McFarlan di erkê wî yê nû da xwest û bixêrhatina General Vaul wek Fermandarê nû yê hêzên Hevpeyman li Iraq û Sûriyê kir û amadehiya Herêma Kurdistanê jî ji bo berdewamkirina hevkariyên hevbeş û serkeftina erkê Hevpeymaniya Navdewletî ji bo têkbirina yekcariya DAIŞê nîşan da.
Di civînê de pêşhat û pêngavên dawî yên proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û yekxistina hêzên Pêşmerge û pirsgirêkên wê hatin gotûbêjkirin. Di vê derbarê de her du aliyan nîgeraniya xwe ya di derbarê pirsgirêk û astengiyên li pêşiya proseyê da anîn ziman.
Her du aliyan, her wiha, li ser pêşhatên dawî yên şerê li dijî terorê, metirsiya DAIŞê li Iraq û Sûriyê û rola Hevpeymaniya Navdewletî nêrînên xwe li hev guhertin. Her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku DAIŞ hê jî metirsî ye û heta niha jî Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstî bi piştevaniya berdewam ya Hevpeymaniya Navdewletî heye.
Rewşa Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî jî di vê dîdarê da hatin gotûbêj kirin.