![](https://presidency.gov.krd/uploads/old_images/2022/12/NB_Shandi-Elmani-7-12-2022.jpg)
2022-12-07T14:04:39.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 06.12.2022ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Tobias Tunkel Berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn li Wezareta Derve ya Almanya û şanda pê ra kir ku ji Balyozê Almanyayê li Bexdayê û Konsolê Giştî yê Almanya li Herêma Kurdistanê amade bûn.
Di civînekê da têkeliyên Almanya digel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa navçeyê bi giştî, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran hatin gotûbêjkirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya alîkariyên leşkerî û mirovî yên Almanyayê bo Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorîstan de kir û behsa serdana xwe ya vê dawiyê ya bo Bexdayê û hevdîtinên xwe yên digel mezne berpirsên Iraqê kir.
Birêz Tobias Tunkel ji Serokê Herêma Kurdistanê ra behsa armanc û bernameya serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê û navçeyê kir û xwesteka welatê xwe ji bo berdewamiya hevkarî û piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên hêlawestiyên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da.
Rewşa ewlekarî ya deverê bi giştî, rewşa koçber û penaberan û dabînkirina şert û mercên ku bikaribin bo ser war û cîhên xwe vegerin, û cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, aliyekî din ê civînê bûn ku têda tekez li ser berdewamiya alîkariyên mirovî yên almanyayê bo koçberan kirin.

![](/uploads/old_images//2022/12/NB_Shandi-Elmani1-7-12-2022-scaled.jpg)