2023-06-21T15:16:31.000000Z
Piştî nîvroya îro çarşem 21.06.2023 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şandekî bilinda Neteweyên Yekgirtî ya bi serokayetiya birêz Abdallah Al Dardari Yarîdederê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Birêveberê Herêmî yê UNDP ya ji welatên Erebî kir.
Li civînê de şandê bi kurtî di derbarê armanca serdana xwe ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê xiste rû ku ji bo yarmetîdana Iraq û Herêma Kurdistane li cûr bi cûr kirina çavkaniyên dahatê û bi tenê piştnebestina bi neftê. Li vî derbarî de Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku paşeroja Iraq û Herêma Kurdistanê bi cûr bi cûr kirina aborî û çavkaniyên dahatê ve girêdayiye.
Her du alî di derbarê guherîna keşuhewayê de danustandina bîr û ramanan kirin û hevraman bûn ku qeyranekî ciddî ye û bandoreke zêde li ser Iraqê heye, ji bo wê yekê divê Iraq bi piştgîriya navdewletî bi ciddî rûbirûyê wê qeyranê bibê. Şandê dûpat kir ku hem ji bo berevaniya bandorên guherîna keşuhewayê û hem ji bo cûr bi cûr kirina çavkaniyên dahatê, yarmetiya Iraq û Herêma Kurdistanê didin.
Şanda mîhvan her wiha balkişandin li ser civîna li gel Desteya Veberhênana li Herêma Kurdistanê ku têda amadehî û piştgîriya Neteweyên Yekgirtî derbirîne ji bo yarmetîdana Herêma Kurdistanê li plansazî û danîna nexşerêyek ji bo çawayiya rakêşana veberhênanên biyanî ya ji bo Herêma Kurdistanê û rexsandina derfeta kar ya ji bo xort û lawan.
Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pêşwaziya bîr û nêrînan û plana birêz Al Dardari û UNDP, hêviya serkeftinê li erkê wî da xwest û hewlên wî yên ji bo yarmetîdana Iraq û Herêma Kurdistanê bilind nirxand.