2023-03-09T11:06:35.000000Z
Îro danê êvarê çarşemê 08.03.2023ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Faîq Zêdan Serokê Encûmena Bilinda Dadweriya Iraqê kir.
Di hevdîtinê da girîngiya rola dezgehên dadwerî û dadgehan li ser aramiya welat û bandora wê ya li ser hemû warên jiyanê hate behs kirin û herwesa li ser girîngiya cîbicîkirina karnameya kabîneya Hikûmeta Federal hevfikir bûn ku, hemû alî û pêkhate li ser rêkkeftine.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî spasî rol û erkê birêz Serokê Encûmena Dadwerî kir ji bo rol û erkê wan di karkirina hevbeş da û hewlên wan yên ji bo dilrehetkirinê ku divê dadgeh ji bo tevahiya welatiyan û pêkhateyên Iraqê cihê baweriyê bin.
Serokê Encûmena Bilinda Dadweriyê spasiya rol û pêgehê Serok Nêçîrvan Barzanî kir ku di warê pêkvejiyan û kûrkirina giyanê bi hevrayiyê li ser asta Iraqê bi giştî rolek girîng heye.