2024-06-14T13:18:45.000000Z
Îro piştî nîvro roja înê 14.06.2024ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz Elî Baqerî Serpereştyarê Wezareta Derve ya Îranê û şandeke pê ra civiya.
Di civînê da her du aliyan tekez li ser girîngiya peywendiyên Îranê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra li ser bingeha cîrantiya baş û berjewendiyên hevbeş kirin û daxwaza xwe ya hevbeş ya ji bo pêşxistina wan peywendiyan bi taybetî di warê aborî û bazirganî da nîşan dan.
Rêzdar Baqerî, li ser navê Komara Îslamî ya Îranê, spasiya Herêma Kurdistanê kir ku dema heciyên Îranî bi rêya Herêma Kurdistanê serdana mezar û cihên pîroz yê li başûrê Iraqê dikin, hêsankariyan pêşkêşî heciyên Îranî dikin.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniya Îranê bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û tekîd li ser peywendiyên baş yên di navbera her du welatan da kir û Îran bi welat û cîranek girîng wesif kir û di vê derbarê da Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand ser têkiliya dêrîn û demdirêj yên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê da.
Rewşa navçeyê bi giştî û çendîn mijarên hevbeş çend mijarên din yên vê civînê bû ku, hejmareke berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tê da amade bûn.