2021-02-21T15:31:21.000000Z
Piştî nîvroya îro yekşem 21.02.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Seyîd Emar El Hekîm Serokê Tevgera Hîkmeya Niştimaniya Iraqî kir ku ji bo beşdariya li rêwresma bîranîna Şehîdê Mîhrab Ayetulla Mihemed Baqir El Hekîm li Hewlêre.
Li hevdîtinê de ku birêzan Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî rola xwedê jêrazî Şehîd Mihemed Baqir El Hekîm li rûbirûbûna rejîma berê û helwestên wî yên li piştgîriya mafên gelê Kurdistanê û hevdû nêzîkkirina aliyan û pêkhatên Iraqê û danîna wan bingehên Iraqa nû da, bilind nirxand.
Li hevdîtinê de pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û emniya Iraqê, kêşeyên Hewlêr - Bexda û hewl û guftûgoya çareserkirina wan ya li ser bingeha destûr, pêşhatên belavbûna pejika Kovid - 19 û encamên wê hatin guftûgo kirin.
Her du alî hevrê bûn ku hestiyariya qonaxa niha ya Iraqê û ew gefên rûbirûyê welat bûne, yekrêzî û tebayî û hevkarî û hemahengiya di navbera tevahiya alî û pêkhatên Iraqiyan dixwazê bo ku bikarin kêşe û qeyranan derbasbikin û hemû pêkve erkê niştimaniya xwe ya bi navê aramiya welat da, bi cîh bikin.
Li hevdîtinê de çend babeteke dinê ji bo her du aliyan girîng û hevbeş bûn xistin ber behs û guftûgoyan.